Jinên Koçber: Qutkirina avê şerekî qirkirinê ye

Bi derbasbûna demsala havînê re koçberên kampa Waşûkanî ji ber qutkirina av, kehrabe û paşguhkirina rêxistinên mirovî jiyana wan ber bi xeterê ve diçe. Jinên Koçber ên ku bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin dibêjin:” Qutkirina avê şerekî qirkirinê ye û jiyana koçberan hedef digre”. 

Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kirin, bi hezaran sivîl ber bi bajarê Hesekê ve koçber bûn.

Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina şêniyan, kampa Waşûkanî li Rojavayê bajarê Hesekê ava kir.

Dewleta Tirk ji zêdetirî 3 mehan ve para Sûriyê ji ava çemê Firatê qut kiriye.

Vê yekê bandoreke neyînî li ser şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir û bi taybetî li ser koçberên di Kampê de dimînin.

Koçberên kampa Waşûkanî paşguhkirina rêxistinên mirovî şermezar kirin û banga alîkariya lezgîn kirin.

Koçbera bi nav Wefa Himêdî a 48 salî da zanîn ku Tirkiye bi dagirkirina cih û warên mere sucê dij mirovîtiyê dike û got;

Dewleta tirk dagirkirina stasyona Elok wekî çekekî li dijî gelê herêmê bi kar tîne.

Em weke koçber pir zehmetiyan dikşînin, tevî paşguhkirina alikariya rêxistinên mirovî û qutkirina avê bandûrek neyî neyenî bi xwe re anî.

Banga me ji bo tevahî rêxistinên mirovî ew e ku rê li ber kirinên dewleta Tirk bigre.

Jinên Koçber: Li hemberî kirinên qirkirinê em li ber xwe didin

Koçbera bi navê Meysa Harûn kirinên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û anî ziman ku ew weke koçber, bi derfetên kêm di kampa waşûkanî de li ber xwe didin.

Back to top button