Bi dehezaran şêniyên herêmên Odîşa û Bengalê ji malên xwe derketin

Hindistana ku ji ber vîrûsa Coronayê dinale, bi metirsiyên bahozan re rûbirû ye.
Bi deh hezaran kesên li eyaleta Odîşa û Bangal yên rojavayê welat ji ber metirsiya bahozê herêmên xwe vala kirin.

Dayîreya Meteorojiyê ya Hindistanê (IMD) bi daxuyaniyekê ragihand ku bahoza bi navê Yas ya bi leza 177 km di saetekê de, wê sibe zû herêmên Odîşa û Bengalê bandor bike.

Tîmên lezgîn li herêmê hatin belav kirin.

Berpirsan diyarkirin ku herî kêm 20 herêmên li rojavayê Bengalê wê ji bahozê bandor bibin.

Bi dehezarên şêniyên wê herêmê ji malê xwe derketin û berê xwe dan stargehan.

Her wiha 15 hezar kes jî ji herêmê Odîşayê derketin.

Hefteya borî ji ber bahoza Tauktae ya li bakur rojavayê Hindistanê, 29 kes mirin.

Gulana 2020’an jî ji ber bahoza Amphan 100 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Li herêma Odîşa sala 1999’an jî bahoz bi leza 260 km di saetêkê de rabibû û di encamê de nêzî 10 hezar kes mirbûn.

Back to top button