AP: 15-16′ ê Hezîranê wê Biden û Pûtîn li Cenevê bicivin

Dîroka hevdîtina navbera Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Rûsya Vladimir Putîn eşkere bû.

Li gorî nûçeya ku Associated Press parvekirî, Koşka Spî û Kremlîn plan dikin ku meha bê Civîna Biden-Putin li Cenevreyê pêk were.

Hat destnîşankirin ku dîroka 15-16’ê Hezîranê ji bo lûtkeyê hatine nirxandin.

Wê plansazî di civînên vê heftê yên li Cenevreyê navbera şêwirmendên ewlehiya neteweyî ya her du welatan de were encamdan.

Biden piştî aloziya di navbera her du welatan de, 13’ê Nîsanê, li welatek sêyemîn di peywendiyek telefonî de bi Putin re pêşniyarek civîna dualî kir.

Piştî wê, tîmên Koşka Spî û Kremlîn ji bo hûrguliyên lûtkeyê dest bi danûstandinan kirin.

Back to top button