HPG: Li Zap, Avaşîn û Xakurkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bi pêngavan besiva êrîşên dagirkeriyê yê li ser başûrê Kurdistanê didin.
HPG’ê diyar kir li herêmên Zap, Avaşîn û Xakurkê di encama çalakiyên gerîlayan de 8 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
Li aliyê din HPG’ê bang li bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku sîxurên dijmin qebûl nekin û helwestê li dijî wan nîşan bidin.”

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê didin û derbên giran li artêşa Tirk didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 24’ê Gulanê li dijî wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê hate kirin.

Hat diyar kirin wesayît hat rûxandin û 2 leşkerên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

HPG’ê da zanîn heman rojê li dijî dagirkerên li qada Cîlo yê Biçûk û Girê Şehîd Merwan ê herêma Zapê, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Hat gotin di encama çalakiyan de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û çeperên wan hatin rûxandin.

HPG’ê diyar kir di encama çalakiyên gerîlayên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mûnzûr yê li Herêma Zapê leşkerekî dagirker hate kuştin.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî jî pêk anîn.

Hat diyar kirin 24 û 25’ê Gulanê Girê Zendûra û derdora gundê Mîska yê bi ser navçeya Kanî Masî yên herêma Metîna, bi helîkoppter û balafirên şer hatin bombebaran kirin.

Hat gotin di van bombebaranan de tiştek bi hêzên gerîla nebû lê ziyan li bax û baxçeyên gundiyan û li dêreke gund bû.

Li aliyê din HPG’ê ragihand ku şeva 20’ê Gulanê li derdora gundê Mangişkê yê Duhokê, 4 gerîlayên bi navê Zagros, Dilgeş, Firat û Dara di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn.

HPG’ê diyar kir di şehadeta gerîlayan de rola hin sîxurên herêmî heye û wiha got,

“Di encama îxbara namerdî ya sîxurên bi MÎT’ê re dixebitin hevrêyên me bûn hedefa êrişê. Em bang li xelkê me yê Başûrê Kurdistanê dikin ên ku di şoreşê de kedeke mezin daye û bi taybetî bang li ciwanên Kurd dikin ku van sîxurên dijmin qebûl nekin û helwestê li dijî wan nîşan bidin.”

HPG’ê ji malbatên û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Back to top button