Hêzên Rizgariya Efrînê û Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî artêşa Tirk û çetyên wê yên ku Efrîna ku dagirkirine, çalakiyên xwe didomînin.
Di encama çalakiyan de li Efrîn û Ezazê 7 çeteyên dewleta Tirkiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiya sekvaniyê pêk anîn.
Çalakî 26’ê Adarê li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li dijî çeteyekî koma bi navê Cebhet El-Şamiye hat lidarxistin.
Di encamê de ew çete hat kuştin.
LI EFRÎNÊ 6 ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN Û 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Her wiha Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê jî li Efrînê li gundê Ciwêq ê bajarê Efrînê li dijî çeteyên Firqet El-Hemzat ên dewleta tirk pêk anîn.
Di encama çalakiyê de 6 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di daxuyaniya xwe ya ji bo çalakiyê de soza domandina çalakiyên xwe heta
rizgarkirina Efrînê dubare kir.