Bi armanca nirxandina pêşketinên siyasî û xizmetguzarî li herêmê, partiyên siyasî yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de îro civînek li dar xist û êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Civîn bi beşdarbûna Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd û Hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telet Yûnis û Nezîra Gewriyê hat li dar xistin.
Piştî bi dawîbûna Civînê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de partiyên siyasî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û bêdengiya dewletên navnetewî ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî a dewleta Tirk şermezar kirin.
Hat ragihandin ku ji bo parastina azadiya dozên gelên herêmê piştgiriyê didin Tevgera Azadiya Kurdistanê
Partiyên Siyasî daxwaza bidawîkirina êrîşan kirin û xwestin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin.
Her wiha bang li dewleta Iraqê û Hikumeta Herêmî ya başûrê Kurdistanê jî hat kirin êrîşên Turkiyê li ser axa wan şermezar bikin.