Şandey KNK`ê bi partiya YNDK û Komelî Dadgerî Kurdistan re civiya

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK`ê bi partiya Yekitiya Netewî ya Demokrata Kurdistan-YNDK`ê û Komelî Dadgerî Kurdistan re li Hewlêrê civiya.

Di civînê de giringiya yekrêziya aliyên Kurdî û metirsiyên dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat nîqaşkirin.

Piştî qedandina civînê Sekreterê YNDK’ê Xefur Mexmurî û Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di der barê naveroka civînê de axivîn.

Xefur Mexmurî diyar kir ku her 2 alî hem fikir in û piştgiriya yekrêziya kurdan dikin.

Xefur Mexmurî destnîşankir ku metirsiyek cidî ya êrişên dewleta Tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye û ji bona wê divê Kurd bi yekgirtî li dijî vê metirsiyê rabin.

Her wiha Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî ev tişt anî ziman “Derfet heye ku aliyên Kurdî bi hevre rûnin û pirsgirêkên navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin.”

Back to top button