782 parezer û hiqûqnas li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dest bi pêngava îmzeyan kirin

Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan 782 parêzer û hiqûqnas pêngava îmzeyan dan destpêkirin.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê-OHD’ê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanya îmzeyan kir.

782 parêzer û hiqûqnasan daxuyaniya nivîskî dan rojnameya Yenî Yaşamê û bi vî rengî pêngavê ragihandin.

Di daxuyaniyê de parêzeran xwestin ku rê bê dayin ku Abdullah Ocalan karibe tavilê parêzerên xwe bibîne û got.

“Dewleta Tirk berovajî qanûnên xwe û peymanên navneteweyî ku Tirkiyê mohra xwe daniyê binî tevdigere.

Li gorî hiqûqa navnetewî, mafê her girtiyekî heye ku parêzerê xwe bibîne.

Parêzer hêmana bingehîn a mafê parastinê ye.”

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve jî hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin.

Back to top button