Di teqîna ku li parêzgeha Enbarê pêk hat de, 10 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Enbar a Îraqê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin, di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li gorî saziyên ragîhandinê yên Îraqê teqîn li Sûka Nûjen a Qezaya Hidêse ya rojavayê parêzgehê pêk hatiye.

Mudîrê Nexweşxaneya Qezaya Hidêsa derbarê mijarê de ji malpera El-Eyîn a Nûçeyan re got ku ji deh birîndaran rewşa yekî pir girane.

Li aliyê din duh dezgehên Ewelekariya Îranê ragîhand ku yekîneyên wan deh endamên şaneyên DAIŞ`ê girtine, di nava wan de yek jî berpirsê êrîşên întîhaîrî ye.

Back to top button