Ebîr Esaf: Divê partiyên siyasî li hemberî êrîşan xwedî helwest bin

Endama rêveber a Desteya Rêveber a KNK’ê Ebîr Hesaf anî ziman ku armanca dewlet Tirk tunekirina kurdan û dagirkirina hemû beşên Kurdistanê ye. Ebîr teqez kir ku divê partiyên kurdî li hemberî êrîşan helwesteke hevgirtî nîşan bidin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 23 Nîsanê heta niha êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê gerîla berxwetdaneke bêhempa nîşan dide û derbên giran li hêzên dagirkeriyê didin.

Endama rêveber a Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK-Rojava) Ebîr Esaf diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan Kurdan û Kurdistanê, tine bike û Mîsaqa Milî pêk bîne.

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hinceta hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê êriş dike, lê di rastiyê de ew dixwaze her çar parçeyên Kurdistanê tev li xîlafeta osmanî bike.

Her wiha Ebîr da xuyakirin ku pirsgirêka sereke ya dewleta Tirk Kurd û avakirina statuyeke kurdî ye ku naxwaze Kurd aram bin, lewra divê hemû partiyên Kurdî li hemberî siyasetên dewleta Tirk xwedî helwesteke hevgirtî hebin.

Endama rêveber a Desteya Rêveber a KNK’ê anî ziman ku ew hemû li ser heman keştiyê ne, kîjan alî noqî avê bibe, hemû aliyên din dê noqî avê bibin.

Lewra divê hewmû partî ji berjewendiyên partiyetî dûr kevin da ku destkeftiyên kurdan biparêzin ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxisitn.

Her wekî îşaret bi bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşan kir û got: Ji bêdengiya wê tê fêmkirin ku bi dewleta Tirk re hevkar e.

Back to top button