2 sivîl li bajarokê Derkarê yê Zaxo birîndar bûn

Dagikeriya Tirk li bajarokê Derkarê yê girêdayî Zaxo 2 sivîl birîndar kir.

Îro leşkerên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîlên ku birayên hev in û xelkê Şengalê ne, di dema ku li bajarokê Derkarê yê girêdayî Zaxo pezên xwe diçêrandin, birîndar kirin.

Her sivîlên birîndar Hesen Muhsîn û Elî Muhsîn ji bo nexweşxaneya Dihokê hatin rakirin.

Li gorî agahiyan rewşa yekî ji wan giran e.

Dewleta Tirk gundekî Meshiyan yê Kanîmasê bombebaran kir

Li aliyê din duh balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker gundê Mîska yê Mesihiyan ku dikeve bajarokê Kanîmasî bombebaran kir.

Weke di dîmen de jî xuya dike malên şêniyên gund hedef hatiye girtin.

Nehat zanîn bê ka di encama bomebarana balafirên artêşa Tirk a li dijî gund de, tiştek bi kesê hatiye yan na.

Back to top button