Di xwepêşandaneke li Bexdayê de, ciwanek hat kuştin û 27 jî birîndar bûn.
Duh bi hezaran kes li meydana Tehrîr ya Bexdayê li dijî kuştina çalakvan, aktivîstan û gendeliyê, xwepêşandan pêk anîn.
Li meydana Tub û Kendî pevçûn û alozî navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan çêbû.
Li gorî agahiyan 17 ji hêzên ewlekariyê û 9 ji xwepêşanderan birîn bûn yek ji wan, piştre jiyana xwe ji dest da.
Nûnertiya NY ya li Iraqê ragihand tenê lêpirsîn dikare pêşiya êrîşên li dijî çalakvanên siyasî û li kolanan bigire.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî anî ziman ku eşkerekirina kujerên xwepêşander û aktivîstan, mafekî rewa ye.
Şandeya Ragihandinê ya Iraqê jî diyar kir ku serokwezîrê Iraqê xwestiye lêkolîneke lezgîn derbarê bûyerê de pêk were.