HPG: Li Botanê 5 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li Kurdistanê jî gerîlayan rêzeçalakî pêk anîn. Ji herêma Botan, heta Avaşîn, Zap û Metînayê çalakî pêk hatin. HPG’ê ragihand ku di van çalakiyan de herî kêm 14 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên bi bandor û êrîşên dagirkeran daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser çalakiyan ev agahî parve kir:

Demeke li eyaleta Botanê dagirker li devera Kêla Memê û Deriyê Qaçê xebatên kemînan dikin.

Ev yekîne kete bin kontrola gerîlyan û 24’ê Gulanê ji du baskan ve ketin kemînê.

Di saetên şevê de ji nêz ve li wan hatiye dayîn 5 dagirker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

HPG’ê diyar kir ku ev çalakî bi armanca tolhildana Şehîdên Bestayê pêk hatiye.

Gerîlayên YJA Starê li herêma Avaşînê rêzeçalakî pêk anîn

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de jî;

Gerîlayên YJA Starê 25’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Dilgeş ê Herêma Avaşîn çalakiyek pêk anîn û herî kêm dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê gerîlayên YJA Starê li herêma Gırê Konferans, Girê Şehîd Zêrîn û li dever Qela Mamreşo ya Herêma Avaşîn bi çekên giran rêze çalakî pêk anîn.

25’ê Gulanê di çalakiya li Qela Bêdewê ya Herêma Zapê de jî kamerayeke ya mobesayê hate bêkêrkirin.

26’ê Gulanê gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan ê Herêma Zapê çalakiyên sekvaniyê pêk anîn û herî kêm leşkerek hate kuştin.

HPG: 7 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de jî HPG’ê ev agahî belavkir;

25’ê Gulanêdi navbera Girên Kuroşîno û Stûna ya herêma Metînayê de gerîlayan li dijî komeke dagirkeran çalakiyek sabotajê lidar xist.

Jimara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Heman rojê di navbera Girên Zendûra û Kuroşîno ya Metînayê li pişta Girê Koordîneyê gerîlayan ji 3 aliyan ve xwe bera nav dagirkeran dan.

Di encamê de, 7 leşker hatin kuştin, yek birîndar bû, kamerayek hate bêkêrkirin û kozikek hate rûxandin.

HPG’ê daxuyakirin ku piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirine.

HPG’ê dazanîn ku di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li ser herêmên Metîna û Avaşînê de ti ziyan li hêzên gerîla ne bûye.

Back to top button