Dadgeha dagirkeran li dijî dayika aştiyê ya bi navê Fatma Tûran deh meh û 25 roj cezayê girtîgehê lê birî.
17’ê Îlona 2020’an, ji ber dayîka aştiyê Fatma Tûran daxuyaniyekê ji raya giştî û çapemeniyê dabû, hate dadgehkirin.
Rûniştina destpêkê ya dozê li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Colemêrgê pêk hat û Tûran û parêzerên wê tevlî bûn.
Dagdeha Tirk bi îdîa “gel sor kiriye” û “pesnê sûcdar daye” dayîka aşitiyê Fatma Tûran sûcdar dît.
Bi van îdîayan dagiker deh meh û 25 roj cezayê girtîgehê li dayîka aştiyê Fatma Tûran birîn.