Meclisa Jinan nerazîbûn nîşanî guhertina demografî ya li Efrînê da

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya avahiyên mêtîngeriyê ku dewleta Tirk bi desteka komeleyên Qeterî, Kuwetî û Ewropî li gundên kantona Efrînê pêk tîne şermezar kir. PYD’ê jî diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî li hember van sûcan li dijî zagonên navnetewî ye.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku herêma Efrînê dagir kir, dest planên guhertina demokrafiyê kirin.

Ji bo pêkanîna van bi rêya komeleyên tundrew wargehên nîştecihê ava dike û çeteyên xwe lê bi cih dike.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Meclisê got:

“Dewleta Tirk projeya xwe ya firehbûn û dagirkirina herêmê didomîne. Di vê çarçoveyê de projeyê avakirina avahiyên mêtîngeriyê bi awayekî plankirî pêk tîne. Armanc jê demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirine, bi taybet Efrînê biguhere.”

Meclisa Jinên Sûrî: Dewleta Tirk hewil dide nasnameya Kurdî betal bike

Meclisa Jinên Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina zimanê Tirkî û derbaskirina meteryalên ku xwe dispêre îdeolojiya tundraw ya olî dibistanan û nasnemeya kurdî betal dike.

Meclisê destnîşan kir ku di demên dawî de rêxistina Ayadî Beyda ku desteka xwe ji îstîxbarata Tirkiyê digire li gundê Şadîra yê Êzidiyan 96 avahiyan lê dike da ku malbatên çeteyên xwe lê bi cih bike.

Meclisê mixabiniya xwe anî ziman ku NY’î finanseyê sereke yê vê rêxistinê dike.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku projeya xwe ya mêtîngeriyê rawestîne.

Emîn Elîko: Bêdengiya Civaka Navdewletî li dijî zagonên navnetewî ne

Ji aliya xwe ve endamê Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat ya Efrînê Emîn Elîko diyar kir dewleta Tirk bi rêya şerê taybet hewl dide plana guhartina demografîk pêk bîne.

Elîko destnîşan kir ku bêdengiya civaka navdewletî li hember van sûcên ku dagikeriya Tirk li Efrînê pêk tîn, li dijî zagonên navnetewî ye.

Back to top button