“Heta Tirmehê wê DYA û NATO leşkeên xwe ji Efxanistanê vekişînin”

Li Efxanistanê bi zêdebûna êrîşan re, DYA û NATO lez dane vekişîna leşkerên xwe ji herêmê.

Li gorî pîlana nû ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ku rojnameya New York Times weşandî, tê texmîn kirin ku destpêka meha Tîrmehê leşkerên DYA û NATO ji Efxanistanê, vekişin.

Serokê DYA Joe Biden 14’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerên wan wê ji 1’ê Gulanê ve dest bi vekişînê bikin.

Ev vekişîn wê 11′ ê Îlonê bi dawî bibe.

Rojnameyê bal kişand li ser dema vekişîna DYA û pirsgirêkên li herêmê yên ku nehatine çaresr kirin û ev pirs kir.

Wê şerê li dijî rêxistinên terorîst yên weke El-Qayîdê çawa dewam bike?

Pentagon, heta niha bi welatekî cîran re ji bo bicihkirina leşkeran negihiştiye peymanekê.

Li ser vê yekê berpirsa berê ya Pentagonê Michelle Flornoy got:

Vekişîna hêzan operasyoneke hesas û bi rîsk e.

Piştî despêkirina vekişîna leşkerên DYA û NATO yê re êrîşên çekdarên Talîbanê û komên din yên li Efxanistanê zêdebûn.

Back to top button