Blinken bi El-Sîsî re li Qahêrê civiya

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinek, di roja duyemîn a geşta xwe ya li Rojhilata Navîn de berê xwe da Misrê.

Antony Blinken bi armanca domdariya agirbesta navbera Îsraîl û Hemasê, di roja duyemîn ya danûstandinan de gihişt Misirê.

Blinken li paytexta Misirê Qahîra bi Serokê Misirê Ebdull Fetah El- Sîsî re civiya.

Li ser navbeynkariya Misir ya di danûstandinên Îsraîl û Hemasê de, berî du rojan Serokê DYA Jeo Biden bi peywendiyek telfonê spasiya El- Sîsî kir û got:

Diplomasiya Sîsî ya rêvebirinê serkeftî ye.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê piştî Misrê wê berê xwe bide Urden û bi Qeral Abdullahê II. re jî bicive.

Antony Blinek, duh bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û serokê Filistînê Mehmûd Ebbas re civiya bû.

Blinek diyar kir ku Biden wê niyeta xwe ya piştevaniya Xeza ya bi 75 milyon dolarî ji kongresê re eşker bike.

Back to top button