Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nêzî 57 milyon welatî ji bo hilbijartinên herêmî xwe amade dikin.
Dema hilbijartinê 31 Adarê ye û her 5 salan carekê tê lidarxistin.
Di hilbijartinên vê salê de, wê hilbijêr ji bo hilbijartina 30 serokên şaredariyên bajarên mezin û 1351 serok şaredariyên herêman biçin ber sindoqan.

Her wiha di hilbijartinê de, wê 1251 endamên miclîsên bajaran û 20,500 endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.
Li gorî komîteya bilind a hilbijartinan li Tirkiyê, wê 13 partiyên siyasî derbasî pêşbaziya hilbijartinan bibin.
Ew partî jî ev in:
1- Partiya Adelet û Geşkirinê (AKP)
2- Partiya Tevgera Netewperest (MHP)
3- Partiya Gelê Komarparêz (CHP)
4- Iyi Partî
5- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
6- Partiya Vatan
7- Partiya Tirkiyeya Serbixwe
8- Partiya Yekîtiya Mezin (BBP)
9- Partiya Demokratîk (DP)
10- Partiya Çep a Demokratîk (DSP)
11- HUDA-PAR
12- Partiya Se’adetê (SP)
13- Partiya Tirkiyeya Komînîst (TKP)
Ev hilbijartin a yekemîn e ku di bin sîwana sîstema serokomariyê ya nû de tê lidarxistin, sîstema ku 24 Hezîrana 2018’an hat danîn.
Divê were gotin ku di vê hilbijartinê de, 2 blok hatine avakirin:
1- Bloka Gel a herdu partiyên AKP û MHP.
2- Bloka Komarê ya herdu partiyên CHP û IYI Partî ne.
Weke hilbijartinên berê, rêjeya 10% di vê hilbijartinê de nîn e.
Her wiha cara yekê ye ku milyonek û 156 hezar hilbijêrên ku temenê wan jorî 18 saliyê re ne, beşdarî hilbijartinê dibin.
Di nav wan de, 134 hezar û 669 ji aliyê komîteya bilind ve hatin bidûrxistin.
Sedema vê jî, leşkeriya neçarî, rewşên mirinê û kesên ku bê nasname hatine hiştin e.