Li Derayê kesên nenas êrîşî 3 navendên hilbijartinan kirin

Li Parêzgeha Dera kesên nenas êrîşî 3 noqteyên hilbijartinên serokatiyê ku duh li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de hatin lidarxistin, kirin.

Di wextekî de gelek aliyên derve û hundir hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê red dikin, Komîteya Hilbijartinan a hikûmeta Şamê îda kir ku duh “hilbijartin” li tevahî Sûriyê bê tu pirsgirêk derkevin bi dawî bûn.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan jî ragîhand ku li bajarê Dail a Derayê ku di bin serweriya Hikûmeta Şamê de ye, kesên ne nas êrîşî 3 navendên hilbijartinan kir.

Di heman demê de dengê guleyan ji bajar hate bihîstin.

Li aliyeke din jî komên çekdar êrîşî hêzên hikûmeta Şamê ya li ser riya Şêx Miskîn û Newa ya Derayê kirin.

Back to top button