Şandeya KNK’ê digel Partiya Parêzgarên Kurdistanê civiya

Li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, KNK’ê serdanên xwe bo partiyên siyasî didomîn e.

Partiyên siyasî, Nivîskar û hunermendan jî ji bo rawestandina êrîşan bang li hikûmet başûr û Iraqê kir ku, bikevin nava hewldanan.

Di çarçoveya rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirk û xebatên netewî de, serdanên şandeya KNKê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Şandeya KNK’ê piştî serdana çend partî û rêxistinan, li Hewlêrê digel Partiya Parêzgarên Kurdistanê civiya.

Di civînê de aliyan der barê êrîşên dagirkeriya Tirk, yekîtiya neteweyî û parastina destkeftiyên Kurdan axivîn.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad pêwistî bi domandina diyaloga navxweyî li dijî dagirkerî dît.

Serokê Partiya Parêzgarên Kurdistanê Necad Surçî jî anî ziman ku bihêzbûna Kurdan di yekgirtin û yekîtiya neteweyî de ye.

Şandeya YNK’ê berî serdana Partiya Parêzgarên Kurdistanê, digel partiya YNKD, Komelî Dadgerî Kurdistan û Yekgirtuya Îslamî jî civiyabû.

Muslim Ebas: Divê partiyên Kurdan ên Başûr bêdengiya xwe bişkînin

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî (P.A.D.K), Muslim Ebas jî got:

“Divê hemû partiyên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe bişikînin û helwesta xwe der barê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de li dijî Zap û Metîna nîşan bidin.

Em hemû dizanin ku tenê gerîla ji bo azadî û aştiya gel dixebite.”

“Divê rewşenbîr, nivîskar û hunermend li dijî dagireriyê derkevin”

Nivîskar Mihemed Salih Berzencî jî, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistan kir bi Iraqê re lihev bikin û ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava hewldanan.

Mihemed Berzencî destnîşan kir ku divê hemû hunermend û rewşenbîr li dijî dagirkeriyê derkevin û di nava berhemên xwe de behsa dagirkeriya dewleta Tirk bikin.”

Bi heman armancê, Hunermendên Germiyan anî ziman ku divê li hemberî dagirkeriyê hunermend rola xwe pêk bînin û hunerê bikin çeka parastina neteweyê.

Li Kampa Mexmûrê berxwedan gerîla hat silavkirin

Ji 23 Nîsanê gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê li dijî dagirkeriyê, berxwedanek destanî û dîrokî nîşan didin, lewra piştgiriya bi wan re jî zêde bûye.

Duh şêniyên kampa Mexmûrê bi pîrozbahiyekê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, silav kirin û bi daxuyaniyekê gotin ku, gerîla rumet û şerefa gelê Kurd, di pêşengtiya gelê Kurd de ya mirovahiyê diparêze.

Back to top button