Nêjeriya..Keştiyek loqî avê bû, 156 kes winda ne

Li Nêjeriyayê keştiyek kevin loqî avê bû, li gor agahiyên destpêkê 4 kesî mirine 156 kes jî winda ne.

Li gorî ajansa Firans Pres Keştiyek kevin ku 180 rêwî rakiribû, ji bajarê Bolya ya Nêjeriya di çemê Nêcer re ber bi bajarê Wara ya wîlayeta Kîbî ve bi rêket, loqî avê bû.

Berpirsê herêmî yê Riyên Çeman Yûsif Bîrma derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ji rêwiyan 20 bi saxî hatin dîtin, 4 mirî û 156 kes winda ne,.

Yûsif Bîrma, da zanîn ku keştiyê barekî zêdê hêza xwe bi gelekî rakiribû û destnîşan kir ku hêviya rizgarkirina kesên din nemaya û îhtîmala mezin jiyana xwe jidest dane.

Back to top button