Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî bi daxuyaniyekê bang li artêşa Maliyê kir ku serokê welat û berpiriyarên din yekser berde.
Konseya Ewlekariyê piştîgirîya xwe jibo vegûhestina desthilatê ji bo sivîlan diyar kir û bang li leşkeran kir ku di cih de vegerin baregehên xwe.
Konseyê di daxuyaniyê de tirsa xwe ji metirsiya bondora neyînî ya van geşedanan nîşan da û daxuyakirin ku gavên wiha, aramiyê ji holê radikin.
Berî daxuyaniya Konseya Ewlekariyê, desthilata leşkerî Maliyê ragihandibû ew ê ji bo parastina ewlehiya welêt, serokê Bah Ndaw û serokwezîr Muxtar ‘Ewan berdin.
Artêşa Maliyê 24’ê Gulanê bi hinceta ne-erkdarkirina hin kesayetên leşkerî yên payebilind, Bah Ndaw, Muxtar ‘Ewan û wezîrê parastinê Silêman Dokoriye binçav kirin û ji Bamakoya paytext biribûn bajarê Katiyê.
Tê payîn van rojan Konseya Ewlekariyê civîneke awarte der barê aloziya li Maliyê de li dar bixe.