HRW bang li welatên Ewropî kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î ji Bakur û Rojhilatê Sûrî werbigirin

Rêxistina Mafên Mirovan a navdewletî (Human Rights Watch) bang li welatên Ewropî kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î ji Bakur û Rojhilatê Sûrî werbigirin.

Rêxistinê ragIhand “Ji bo wergirtina welatiyên xwe yên DAIŞ’î, wê name ji Danîmarka, Fînlanda, Norweç û Siwêd re şandiye.”

Human Rights Watch di daxuyaniya xwe de, destnîşan kir ku jimara welatiyên ji bakurê Ewropayê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî di nav de 114 zarok li jêr 6 salî, derdora 164 welatî ne.

Rêxistinê da xuyakirin jî ku “Ne dûr e destê welatên navborî di zehmetiya rewşa malbatên DAIŞ’î li Bakur û Rojhilatê Sûrî de hebe” û weke “cezayekî komî” bi nav kir.

Sibata 2021’ê jî serokê NY yê antî-terorê Vladimir Voronkov di civîneke Konseya Ewlekariyê de piştrast kiribû rewşa derdora 27 hezar û 500 zarokên çeteyên DAIŞ’ê li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî “cihê fikaran e”.

Back to top button