Li Reqayê mûşekeke DAIŞ’ê hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Reqayê moşekeke çeteyên DAIŞ’ê bêbandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand “Yekîneyên endazyariyê duh moşekeke kevn a çeteyên DAIŞ’ê li taxa Seyf el-Dewle ya Reqayê dît.”

Li gorî Hêzên navborî, agahî ji şêniyên heman taxê girtin ku tiştên gumanbar di hundirê avahiyeke li taxê de hene, li ser vê yekê wan dest lê werda.

Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku ew mûşeka kevn bi giraniya 10 kîlogaram bû û tê de madeyên teqîner ên fosfor hebû û dawiyê hat bêbandorkirin.

Back to top button