MXDŞ: Veguhestina van malbatan ji bo parêzgeha neynewa metirsiyeke mezin e

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbarê li Mûsilê bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ’î de
diyar kir bêyî tedbîran bicihkirina malbatên DAIŞ’î xeteriyeke mezin e.
Meclîsê bang li Wezareta Koç û Koçberan û Neteweyên Yekbûyî kir ku heta di warê ewlekariyê de amadekariyek baştir were kirin, veguhestina malbatên DAIŞ’ê rawestînin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) derbarê veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bo Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MXDŞ’ê bi bîr xist ku sala 2014’an, Daiş’ê ji Mûsilê êrîşî ser herêmê kir û Mûsil wek çavkaniya DAIŞ’ê bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) bêyî ku bi awayekî têrker rewşa ewlehiyê li ber çavan bigirin, van malbatan vediguhezînin Mûsilê.

Her wiha bal hate kişandin li ser metrisiya bicihanîna van malbatan li herêmê û bi taybet li ser ewlehiya civaka Êzidî.

Meclîsê di daxuyaniyê de destnîşan kir ew ne dijî vegera welatiyên Iraqê li axa xwe ne, lê dijî vegera kesên ku destê wan di komkujiya gelê Şengalê de hene û bêyî ku werin darizandin vegerin herêmê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Wezareta Koç û Koçberan û NY`yê hat kirin heta ku di warê ewlekariyê de amadekariyên baştir werin kirin veguhestina malbatên DAIŞ’ê rawestînin.

MXDŞ: Heta tedbîrên pêwîst bêne girtin divê veguhestina malbatên daiş’î bê rawestandin

Di 24’ê Gulanê de, 100 malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê radestî hikumeta Iraqê hatibûn kirin.

Hikumeta Iraqê jî ev malbat li Kampa Cedaa ya li başûrê parêzgeha Neynewayê ku dikeve navbera navçeya Maxmur, Kerkûk û Musilê de, bi cîh kirin.

Li gorî MXDŞ’ê hejmara malbatên hatine veguhestin 150 ye, lê li gorî Wezareta Koç û Koçberan 94 malbat hatin veguhestin.

Back to top button