Li herêma Cizîrê cara yekem e ezmûnên refa 9 û 12 tên çêkirin

Li herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina ezmûnên astên navîn û amadehî ku bi zimanê dayîkê tên kirin wê di 6’ê Hezîranê de werin li darxistin. Ji destpêka Aloziya Sûriyê ve, cara yekemîn e ku ev gav li herêma Cizîrê tê avêtin.

Piştî derbasbûna 10 salan ya şer û aloziya Sûriyê, li herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina ezmûnên astên navîn û amadehî bi zimanê dayîkê tê kirin.

Ji bo gelê Kurd ê li Rojava, ev gav gaveke dîrokî ye.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ezmûn dê di 6’ê Hezîranê de dest pê bikin.

Her wiha ji bo pêkanîna ezmûnan, navend li kantonên Qamişlo û Hesekê hatin diyarkirin.

Li herêmê ji destpêka Aloziya Sûriyê û ragihandina Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk ev cara yekemîn e ku ezmûn bi zimanê dayîkê li herêma Cizîrê tên çêkirin.

Têkildarî mijarê berdevka Komîteya Ezmûnan a kantona Hesekê Rûken Necar wiha got:

Navendên ezmûnan ên li herêma Cizîrê li Qamişlo, Girkê Legê, Hesekê û Dirbêsiyê hatin amadekirin.

Xwendekarên asta amadehî û navîn jî yên kantona Hesekê dê ezmûnên xwe li Hesekê bikin.

Xwendekarên navçeya Til Birakê jî dê ezmûnan li Hesekê bikin.

Her weha Xwendekarên Dirbêsiyê û Zirganê jî dê li navçeya Dirbêsiyê ezmûnan bikin.

Rûken weha domand:

“Li kantona Hesekê hejmara xwendekarên asta amadehî 900 xwendekar ji pêkhateyên Ereb û Kurd e.

Hezar û 500 xwendekarên asta navîn in.

Li navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê hejmara xwendekarên asta navîn 500 e. Me ji bo wan 5 navend diyar kirin.”

Rûken bi bîr xist ku komîteya Ezmûnan a Hesekê ji bo her 2 astên navîn û amadehî 12 navend li 4 dibistanan amade kirin.

Back to top button