Şehîd Agirî Qamişlo bi merasîmekê li Qamişlo hat oxirkirin

Li Qamişlo bi sedan şêniyên bajêr cenazeyê şehîd Agirî Qamişlo li goristana şehîdan bi merasîmekê oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Mahir Abdullah bi nasnav Agirî Qamilşo di 24’ê Gulanê de dema ku li ser erka xwe bû li bajarê Hesekê şehîd bû.

Malbat, heval û hogirên şehîd li goristana şehîd Delîl Saroxan kombûn û beşdarî merasîmê bûn.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Saziya Malbatê Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwesetin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Agirî Qamişlo bi dirûşme û tilîliyan hate oxirkirin.

Back to top button