YAGIZ JI BER GIRANIYA REWŞA XWE NIKARE JI MALÊ DERKEVE

Li başûrê kurdistanê jî Çalakiyên bi armanca dawî anîna tecrîdê li darin.
Çalakiya Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz di roja 130’an de ye.
Êdî ji ber giran bûna rewşa tenduristiyê Yagiz nikare ji odeya ku lê dimêne derbikeve.
Her wiha çalakger Endezyar Herêm Mehmûd ê 35 rojin di greva birçîbûnê de 9 kîlo û Şeyma Endan a 28 roj in di grevê de ye 6 kîlo kêm kirine.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan kete roja 130’î.

Roj bi roj pirsgirêkên tenduristiyê ya Yagiz girantir dibe.

Êdî ev pirsgirêk gihiştiye wê astê ku nikare ji odeya ku lê dimêne derbikeve.

Yagiz têkidarî rewşa xwe ji ajansa Firatê re axivî.

Yagiz diyar kir ku pirsgirêkên mîna serêşî, êşa çav, bêtaqetî wiha lê kiriye ku êdî nikare rakeve û ne dikare rabe ser xwe.

Yagiz got :

“Vê dawiyê bêtaqetî û bêxewî pir zorê dide min û dem bi dem di peyivînê de pir zorê dikişînim.

Ev jî kiriye ku ez êdî mîna berê nikaribim ji odeyê jî derkevim.”

Nasir Yagiz anî ziman ku moral û hêviya wî ya serketinê dihêle ku xwe bigire û baweriya wî ya serketinê her tim xurt e.

Heta niha ji ber rewşa tenduristiyê ya giran gelek caran Yagiz rakirine nexweşxanê, li di her carê de Yagiz tedawî red kiriye.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger di roja 130’an bi koma 65’an didome.

Li wargeha Mexmurê jî bi heman armancê çalakiya ku hatî despêkirin di roja 105’an de bi koma 35’emîn dewam dike.

Çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok a bêdawî û bêdorveger di roja 70’an de ye.

Li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî çalakiya dorveger di roja 104’an de ji aliyê koma 54’emîn a ji welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê ve hate dewir girtin.

ÇALAKGER HERÊM 9 Û ŞEYMA 6 KÎLO KÊM KIRINE

Her wiha li navçeya Kelar a Germiyan Herêm Mehmûd ku 35 roj in di greva birçîbûnê de ye têkildarî rewşa tenduristiya xwe ev agahî dan;

“Heta niha min 9 kîlo kêm kiriye.

Laşê min lewaz bûye.

Di warê tenduristiyê de çend pirsgirêkên min dest ketine.

Lê îradeya min bi hêze û bi hêz heta şikandina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya xwe berdewam bikim.”

Şeyma Ednan jî wiha got;

Ez di roja 28’an de çalakya xwe berdewam dikim. Heta niha min 6 kîlo kêm kirine.

Di warê tenduristî de, piyên min diêşin.

Lê wê ti deman êş bandoriyê li ser îrade û enerjiya min neke.

Raste min 6 kîlo kêm kirine, lê piçek jî îradeya min kêm nebûye.”

Leave a Reply

Back to top button