Şandeya KNK’ê digel Hizba Komînuîsta Kurdistanê civiya

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde dibin.
Derbarê êrîşan de KNK serdanên xwe ji bo partiyên siyasî yên başûr didomîne. Şandeya KNK’ê îro serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê kir, Hizbê piştgirî da xebatên KNK’ê. Partiyên siyasî, Nivîskar û hunermendan jî ji bo rawestandina êrîşan bang li hikûmetên başûr û Iraqê kir ku bikevin nava hewldanan.

Di çarçoveya rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirk û xebatên netewî de, serdanên şandeya KNKê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Şandeyê îro serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê kir û ji aliyê Sekretê Hizba Komunîst Kawa Mehmûd ve hate peşwazîkirin.

Kawa Mehmûd anî ziman ku ew piştgiriyê didin xebatên KNK’ê yên yekîtiya neteweyî û got,

“Divê pirsgirêka di nava aliyên Kurd de were çareserkirin”.

Muslim Ebas: Divê partiyên Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî (P.A.D.K), Muslim Ebas jî got:

“Divê hemû partiyên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe bişikînin û helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan bidin.
Em hemû dizanin ku tenê gerîla ji bo azadî û aştiya gel dixebite.”

“Divê Rewşenbîr, nivîskar û hunermend li dijî dagireriyê derkevin”

Nivîskar Mihemed Salih Berzencî jî, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistan kir ku bi Iraqê re lihev bikin û ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava hewldanan.

Mihemed Berzencî destnîşan kir ku divê hemû hunermend û rewşenbîr li dijî dagirkeriyê derkevin û di nava berhemên xwe de behsa dagirkeriya dewleta Tirk bikin.”

Bi heman armancê, Hunermendên Germiyanê jî anîn ziman ku divê li hemberî dagirkeriyê hunermend rola xwe pêk bînin û hunerê bikin çeka parastina neteweyî.

Li kampa Mexmûrê berxwedana gerîla hate silavkirin

Duh şêniyên kampa Mexmûrê jî bi pîrozbahiyekê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, silav kirin û bi daxuyaniyekê gotin, gerîla rumet û şerefa gelê Kurd, di pêşengtiya gelê Kurd de ya mirovahiyê diparêze.

Back to top button