Erdogan xwe avêt ber bextê şirketên Amarîka

Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji bo krîza aboriya li welat bi dawî bike, xwe avêt ber şirketên Amerîka.
Erdogan xwest şirket hîn zêdetir veberhênanê li welat bikin.

Erdogan bi rêya vîdeo bi rêveberên giştî yên şirketên navendên xwe li DYA ne civiya.

Serokomarê Tirkiyê ji rêveberê şirketan xwest ku serdana Tirkiyê bikin û veberhênanên xwe zêde bikin.

Erdogan ji rêveberiya DYA jî xwest ku di tevgerên xwede hîn zêdetir çêker bin û li gorî wê tevger bikin.

Şirketên navûdeng yên mîna Amazon, Microsoft û Boeing di nav de rêveberê gelek şirketan di civînê de amade bûn.

Ji ber alozî û bêmafiya li Tirkiyê, şirketên di qada navnetewî de binav û deng naxwazin li welat veberhênanê bênin.

Li aliyekê zexta AKP’ê li ser mixalîfê û li aliyê din jî hevkariya wê ya bi mafyayê re bûye yek ji sedemên sereke ku li Tirkiyê rewş ber bi aloziyê ve here.

Back to top button