Efrîn..Ji gundê Meydan Ekbez yê Raco du sivîl hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirkr li navçeya Reco ya Efrîna dagirkirî du sivîl revandin û li navçeya Şiyê agir bi daristana gundê Hec Hesna xistin.

Malpera Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyan ji gundê Meydan Ekbez yê navçeya Raco du şêniyên bi navê Şewqî Mistefa Osman yê 65 salî û Horo Ehmed yê 37 salî revandin.

Li navçeya Şiyê çeteyan agir bi daristanê xistin

Li navçeya Şiyê, duh çeteyên Tirkiyê agir bi daristana gundê Hec Hesna xistin.

Rêxistina Mafên mnirovan a Efrînê diyar kir ku beşekk mezin ji daristanê hatiye şewitandin, heya niha jî agir ne hatiye vemirandin.

Ev demeke dagirker rojane agir li Efrînê û gundên wê bi zevî û daristinan dixin.

Li gorî Rêxistinê, tenê duh li navçeya Şera û daristanên derdora bajarê Efrînê li 7 deveran agir hatin vemirandin.

Li derdora gundê Hec Hesna dewleta Tirk a dagirker wargehek ji çeteyan re ava dike.

Back to top button