LAVROV Û ÇAWUŞOGLU ALOZIYA SÛRÎ Û IDLIB GOFTÛGO KIRIN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çawuşoglu re hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin li bajarê Tirkiyê Antalya pêk hat. Di hevdîtinê de, herdu wezîran aloziya Sûrî û rewşa dawî ya Idlibê goftûgo kirin.

Weke tê zanîn, vê dawiyê asta topbaran û bombekirina li herêmê navbera hêzên rêjîmê û çeteyên opozisyonê zêde bûye.

Sergey Lavrov got,

Wan bi dewleta Tirk re li ser meşandina dewriyayên leşkerî li Idlibê li hev kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê jî li ser girîngiya dewamkirina pêvajoya Astanayê teqez kir.

Lê ji ber hişmendiya dagirkirinê û tirsa dewleta Tirk ji deskeftiyên azadî û demokrasiyê, wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Çavuşoglu mijara Minbic û herêma bakur-rojhilatê Sûriyê anî ziman.

Ev mijar jî bo sedema nakokiyên navbera wî û Lavrov de.

 

 

Leave a Reply

Back to top button