HPG: Li herêma Heftenînê 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê ji hewayî û bajahî li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên xwe didomînin. Artêşa Tirk li ber derbên gerîlayan rojane windahiyê mezin dide. Gerîla careke din ji hewayî û bejahî li dagirkeran xist.
HPG’ê ragihand li qada Bektorya ya herêma Heftenînê 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê zêdeyî mehekê ye berxwedaneke dîrokî bi pêş dixe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî yên Şehît Delal 26’ê Gulanê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûra yên Herêma Metîna û 27’ê Gulanê jî li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar yê li Herêma Avaşînê çalakî pêk anîn.

Hat diyar kirin di van çalakiyan de bi awayekî serketî li dagirkeran hate xistin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de 26’ê Gulanê helîkopterên ku dixwestin li ser Girên Dola Maran yên herêma Avaşînê leşkeran daynin bi çekên giran hatin hedefgirtin. Hat gotin li ser vê yekê helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Hat diyar kirin 27’ê Gulanê jî li dijî Qereqola Girê ya li Herêma Zapê bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî ev agahî parve kir,

“25 Gulanê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordînê yên bi ser Qada Bektorya a Herêma Heftenînê 2 çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiya yekemîn de 3 û çalakiya duyemîn de jî 2 dagirker hatin kuştin. Kozîkên dijmin hatin rûxandin û derb li radarekî hate xistin. Piştî çalakîyan dijmin kuştî û birîndarên xwe bi helîkopeteran ji qadê birin.”

HPG’ê diyar kir Artêşa Tirk ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn.

Hat diyar kirin 26’ê Gulanê Girê Zendûra yê Herêma Metîna û Dola Maran ya Herêma Avaşîn bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebarankirin.

Hat gotin ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nebûye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên bi nave Çekdar, Kûrtay, Asmîn û Çiya ku li herêmên Metîna û Garê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ew ê têkoşîna wan bibin serkeftinê.

Back to top button