NY ji ber xemsariya li hember koçberan YE û Lîbya hişyar kir

Neteweyên Yekbûyî di mijara penaberan de hişyarî da Yekîtiya Ewropayê û Lîbyayê ku pratîka xwe ji nûve di ber çavan re derbas bikin.
NY got, Lîbya ji bo koçberên ku têne vegerandin ne welateke bi ewle ye.

Polîtîkayên ku “jiyana mirovan didin pêş” niha bêencam mane.

Ev yek di raporeke Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî eşkere hate gotin.

NY bang li Yekîtiya Ewropayê û Lîbyayê kir, ku polîtîkaya xwe ya ‘rizgarkirina koçberan û karê lêgerînê’ di ber çavan re derbas bikin.

Di raporê de hate destnîşankirin, polîtîkaya ku niha tê meşandin dema nebe sedema mirina mirovan jî, mirovan ji maf û rûmeta wan bêpar dihêlin.

Hate ragihandin ku YE û Lîbya divê jiyan, ewlehî û mafên mirovan bidin pêş û bi vî rengî tevbigerin.

Di rapora ku doh hate weşandin de, hate destnîşankirin ku ev rewş ne ji ber trajîkiyeke asayî ye, lê belê ji ber biryar û kirinên hikumeta Lîbya û rêveberên YE ye.

Raporê cih da kiryarên navbera Çileya 2019 û Kanûna 2020’î û diyar kir ku Lîbya ji bo koçberên li Derya Spî hatine rizgarkirin ne welatekî ewle ye.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY Mîchelle Bachelet li ser raporê daxuyaniyek da û bang li rêveberiyên Trablûs û Brukselê kir ku polîtîkaya xwe ya li ser karê lêgerîn û rizgarkirina koçberan di ber çavan re derbas bikin.

“Trajediya bingehîn ji ber mirina di rê de diqewime. Lê belê pêşî li mirina van mirovan dikare bê girtin. Her sal mirov ji ber nehatina alîkariyê yan jî derengmayinê difetisin û jiyana xwe ji dest didin”.

Bachelet anî ziman, beşek ji mirovên tên rizgarkirin jî bi rojan, carna jî bi hefteyan li hundirê keştiyê tên hiştin ku li bendê dimînin dakevin bejahiyê.

Bachelet diyar kir ku beşeke mezin ê van mirovan jî li Lîbyayê tên vegerandin, lê belê ew der ji bo wan ne ewle ne.

Di raporê de hate ragihandin ku welatên YE operasyonên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê kêm kiriye û karê lêgerîn û rizgarkirinê yê rêxistinên alîkariya mirovî jî asteng dikin.

Li gorî raporê 2020’an herî kêm 10 hezar û 352 kes dema ku hewl didan ji Derya Spî debas bibin ji aliyê tîmên peravî yên Lîbyayê ve hatin girtin û vegerandin.

Ev hejmar 2019’an 8 hezar û 403 kes bû.

Di raporê de hate destnîşankirin ku mirovên li Lîbyayê tên vegerandin, mafên wan ên mirovan di asteke metirsîdar de têne binpêkirin.

Back to top button