Azerbeycanê 6 leşkerên Ermen li sînor girtin

Artêşa Ermenistanê ragihand ku 6 leşkerên wan ên ku li ser sînor ‘karê endezyariyê’ dikirin, ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve hatine girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Ermenistanê de hate gotin,

“Li navçeya Guegarkunikê ya li ser sînor, 6 leşkerên ku karê endezyariyê dikirin hatin dorpêçkirin û girtin.”

Azerbaycanê jî îdîa kir ku ev leşker dema ku dixwestin operasyona ‘sabotajê’ bikin dîl hatine girtin.

Azerbaycan a bi piştgiriya dewleta Tirk û Ermenistan di Îlona 2020’an de ji bo kontrolkirina Qerebaxê şer kiribûn.

Di vî şerî de 6 hezar leşkerî jiyana xwe ji dest dabûn û şer bi têkçûna Ermenistanê bi dawî bûbû.

Azerbaycanê beşeke girîng a Qerebaxê dagir kiribû.

Aloziya navbera herdu welatan li ser sînor dewam dike. Azerbaycanê yekîneyên xwe li ser sînor bi cih kiriye.

DYA’yê meha Gulanê bang li Azerbaycanê kiribû ku yekîneyên xwe yên li ser sînor tavilê vekişîne.

Back to top button