KCK: HESRETA QAZÎ MIHEMED Û HEVALÊN WÎ YA KURDISTANA AZAD TEQEZ WÊ PÊK WERE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyamekê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî.
KCK’ê diyar kir ku wê hesreta Qazî Mihemed û hevalên wî ya Kurdistana azad teqez pê were û bang li gelê Kurd kir ku têkoşînê gur û geş bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi peyameke nivîskî Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî.

KCK’ê diyar kir ku hesreta Qazî Mihemed û hevalên wî ya Kurdistana Azad teqez wê pêk were.

Di dewama peyama KCK’ê de weha hat gotin:

Komara Kurdan a Mehabadê ya ku bi pêşengiya Qazî Mihemed ava bû, di têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e.

Çawa ku tu berxwedan vala naçin, hewldana Qazî Mihemed û hevalên wî jî vala neçûye.

Heta ku pêşengî ji têkoşîna Kurdan re were kirin ev berxwedan wê watedar be.

Bi pêşengiya rêber Apo, PKK îro pergala siyasî ya cîhanê û ya Rojhilata Navîn baş analîz kiriye û bi têkoşîna xwe îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn kiriye gelekî ku pêşketinên siyasî diyar dike.

Bi rêxistin û têkoşîna li her çar beşên Kurdistanê û cîhanê îro hêza têkoşînê derketiye holê ku dikare hesretên Qazî Mihemed û hevalên wî pêk bîne.

Îro gelekî diyar e ku bi darê zorê hesreta azadiyê ya Kurdan nikarin hilweşînin.

Nûbûna projeya Qazî Mihemed û hevalên wî yên têkoşînê îro tê wateya Îrana demokratîk û Kurdistana azad.

Ji bo Îranê jî û ji bo Kurdan jî rêya herî rast ev e.

Di salvegera 72’an a daliqandina Qazî Mihemed û hevalên wî de em bang li Îranê dikin ku li ser bingeha gavên demokratîk doza Kurdan çareser bikin û li ser esasê wekheviya gelan em bang li Kurdan dikin ku Kurdistana Azad ava bikin.”

Leave a Reply

Back to top button