Hoşeng Eldemir: Em bi neçarî niha bi xetasan dixebitin

Ji ber dewleta Tirk ava çemê firatê birîye, bandoreke mezin li jiyana gelên herêmê buye.
Bi taybetî welatiyên Kobanê ji ber vê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû mane.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê dest bi avakirina pirojeyeke taybet dike.
Çavdêrê tora avê li Kobanê Hoşeng Eldemir got ew ji neçarî bi xetasan dixebitin.

Bi qutkirina ava çemê firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, şêniyên herêma firatê, reqa û heta bi hesekê bê av mane..

Bi tayîbetî av li ser bi dehan gundên kobanê hat birîn û gel di peyîdakirina ava vexwarinê de zehmetiyan dikşînin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê, Komîteya Şaredariyan a kantona Kobanê dest bi avakirina pirojeyeke taybet dike.

Li ser xebatên tên kirin û rewşa gel, çavdêrê tora avê li kobanê Hoşeng Eldemir tevlî bernameya Îroj a telvizyona me ronahî TV bû û nirxandin kir.

Hoşeng Eldemir diyar kir ku hemû bîrên ji xizmetê derketine.

Hoşeng Eldemir li ser pirojeya ku tê amadekirin jî diyar kir ku ew bi neçarî niha bi xetasan dixebitin.

Back to top button