WHO’yê beşa yekemîn derziyên ‘Esther Zenîca’ radestî Rêveberiya Xweser kir

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî-WHO’yê beşa yekemîn ji derziyên vîrusa Coronayê bi navê ‘Esther Zenica’ ji çêkirina Hindistanê ye, radestî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Têkildarê derziyên ‘Esther Zenica’ yên Coronayê çavdêrê beşa derziyan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Zekeriya Mihemed axivî.

Mihemed diyar kir ku ev beşa yekemîn e, derzî digîhîjin Hesekê û dê derzî li ser du merheleyan bin.

Merheleya yekemîn wê li ser kadroyên tenduristiyê bê ceribandin, ji ber ku hertim di nav nexweşan de ne.

Zekeriya Mihemed got:

“Piştî derziya yekemîn bi du mehan dê derziyan duyemîn jî were lêxistin.

Tu bandorên din ên vê derziyê tune ne;ji vê jî tu nîşane li ser kadroyên tenduristî yên ku derzî birine hin jî diyar nebûn.”

Mihemed di dawiyê de anî ziman ku merheleya duyemîn ji birina derziyên vîrusa Coronayê, wê li ser mezinan ên ku nexweşiyên giran pê re hebin be.

Back to top button