HDP WÊ BI 120 HEZAR PEYWIRDARÎ SINDOQAN BIPARÊZE

Sibe hilbijartinên Herêmî li Tirkiyê pêk tê.
HDP’ê sibe li dijî binpêkirina hilbijartinê û ji bo parastina sindoqan 59 hezar endamen lijneya sindoqan û 60 hezar çavder, parêzer, rêveber û parlamenter wê sindoqan biparêzin.

Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HDP’ê têkildarî parastina sindoqan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

HDP’ê herî zêde li ser bajarên Amed, Dersîm, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Edene, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlis, Xarpêt, Erzirom, Mêrsîn, Mûş, Qers, Riha û Wanê ku HDP lê bi hêz e, wê bi hêjmarek zêde sindoqan biparêze.

Komîsyonê anî ziman ku li van bajaran 12 hezar û 784 dibistan hene û bi giştî 33 hezar û 811 sindoq hene.

HDP’Ê WÊ LI AMEDÊ BI 6 HEZAR ERKDARAN SINDOQAN BIPARÊZE

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ya Amedê jî têkildarî heman mijarê li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî.

Di civînê de bang li ser kesî hat kirin ku biçin ser sindoqan û hesab ji AKP’ê bixwazin.

Em li dijî hemû êrîşan bibin bersîv.

Li Amedê li Hezar û 194 dibistanan 3 hezar û 624 sindoq hatine danîn.

HDP’ê li tevahiya Bajar 6 hezar kes li ser sindoqan peywirdar kiriye.

Komîsyona hiquqê bi Baroya Amedê re xebatê dimeşîne.

Dê li her navçeyê parêzerên me hebin.

Leave a Reply

Back to top button