Hêzên rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistanê kolberek kuştin

Hêzên rejima Îranê li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê kolberek kuştin.

Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku hêzên rejima Îranê li sênorê Serpêl ê ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve, kolberek gulebaran kirin.

Kolberê bi navê Qubad Rehmanî ku 28 salî ye di encama gulebaranê de, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, dema ku Qubad Rehmanî vedigeriya mala xwe ku tiştek digel wî de tunebû jî, hêzên rejima Îranê bêy ku wî agahdar bikin, ji cihek nêz de gule li wî barandin.

Back to top button