Hunermend Salar Dêrikî bi navê “Were Însan” nûtirîn berhema xwe belav kir

Hunermendê Kurd Salar Dêrikî bi sernavê “Were Însan” nûtirîn berhema xwe ya hunerî belav kir.

Hunermend Salar Dêrikî di vê xebata xwe de di serî de yên koçber û penaber, balê dikşîne ser rewşa zarokan û mirovahiyê li her çar aliyê cîhanê.

Di nava vê xebatê de ji bilî zimanê kurdî, bi hin zimanên din jî Hunermend Salar banga mirovahiyê dike.

Her wiha rêbaza Rabê jî cihê xwe tê de digire.

Gotinên vê stranê yên Hesen Bavê Raman in

Awazê wê yên Murad Saz in

Sponseriya Klîp jî ji aliyê Salar Dêrikî bi xwe ve hatiye kirin.

 

Back to top button