Waşington tundiya li dijî xwepêşanderên Iraqî şermezar kir

Amerîka, li hemberî tundiya ku der heqê xwepêşanderên Iraqî de tê kirin, aciziya xwe anî zimên.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkî Nid Price ragihand ku welatê wî pir ji reftarên li dijî xwepêşanderan bi-hêrs e; ku ew bi awayekî aştiyane derketine û divê ti tundî li hemberî wan neyê bikaranîn.

Price teqez kir ku komên çekdar ên bi ser Îranê ve serweriya Iraq û ya qanûnê binpê dikin û Waşington destekê dide xebatên hikumeta Iraqî yên ji bo cezakirina van koman.

Jixwe Sêşema borî, ji bo eşkerekirina kujerên çalakvanan, kolanên Bexdaya paytext careke din bi hêrsa gel hatin hejandin.

Li gorî çavkaniyên ewlehî û tenduristî, şer di navbera xwepêşander û hêzên ewlehî de derket û li wir kesekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek birîndar bû.

Back to top button