El-Mismarî: Hin alî hene hewl didin hilbijartinên 24 Kanûnê asteng bikin

Ehmed El-Mismarî, berdevkê fermî yê artêşa Lîbî da xuyakirin ku hin alî hene hewl didin hilbijartinên 24 Kanûnê yên serokatî û parlamenê asteng bikin.

El-Mismarî got ku ev alî dixwazin tevliheviya ewlehî bidome, da ku dest deyînin ser navendên biryarê û destkeftiyên gelê Lîbî û teror û tundiyê belav bikin.

El-Mismarî da zanîn ku li ser malperên medyaya civakî, bi dehan postên derew û sexte yên wan aliyan hene ku bi wan hewl didin gel bitirsînin, bêbawer bikin û artêşa Lîbî reş bikin.

Berdevkê artêşa Lîbî anî ziman ku niha armanca wan a sereke lidarxistina hilbijartinên 24 Kanûnê ye.

DYA: Divê aliyên Lîbî ji bo danîna bingeha destûrî ya hilbijartinan bicivin

Ji aliyê xwe ve, şanderê Amerîkî Jan Kubisch jî li ser binkeftina diyalogan, rexneyên tund li hin aliyên Lîbî kir.

Kubisch bang li Parlamen û Encumena Bilind a Dewletê kir ku bê denrengî ji bo danîna bingeha destûrî ya hilbijartinan li hev bicivin.

Back to top button