Ebdulah El-Eryan: Dê guhartina demogirafîk bi hevgirtina Sûriyan bi dawî bibe

Hiqûqnas Ebdullah El-Eryan diyar kir, dewleta Tirk a dagirker piştî ku siyaseta cudakirina Sûriyê ji aliyên xak û gel ve meşand, siyaseta guhartina demografî jî, pêk anî.

Ebdullah El-Eryan da zanîn ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî çeteyên Sûrî yên xwefiroş ji bo pêkanîna wan siyasetan bi kar tîne.

Her wiha yên van sûcan dikin, desthilateke nezan û terorîst e û guh nade tu qanûn mafên mirovan.

Hiqûqnas Ebdullah El-Eryan destnîşan kir ku dê aloziya Sûriyê bi hevgirtina tevahî gelên herêmê li ser Sûriyeke azad ya serbixwe bi dawî bibe.

Her wekî wî teqez kir jî ku dê dîmenên guhartina demografîk bi dawî bibin û maf li xwediyan vegere.

Tê zanîn, 270 hezar malên çeteyên girêdayî Tirkiye yên ji gundewarê Şam, Hema, Himis û Idilbê hatibûn, li şûna mal û milkên Efrîniyan hatine bicihkirin.

Back to top button