Azerbeycanê Ermenistan bi topbaran hin deveran tawanbar kir, a dawî jî red kir

Di nava fikareke navdewletî de, rageşî careke din vedigere ser sînorê Azerbeycan û Ermenistanê. Azerbeycan idîa dike ku Ermenistanê hin deverên wê topbaran kiriye, ya dawî jî red dike.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê idîa kir ku îro hin deverên wê yên leşkerî li bajarê Naxîtşîvanê rastî topbarana Ermenistanê hatin û kesek birîndar bûye.

Lê Ermenistanê idîayên Azerbeycanê red kir û diyar kir ku wan ti dever topbaran nekirine.

Pêncşemê Azerbeycanê ragihand ku wan 6 leşkerên Ermen bi tawana “kirinên xerab” li ser xaka xwe dîl girtine.

Êrîvanê jî da xuyakirin ku wan leşkeran li herêma Xîkarkonîk a sînorî xebatên endeziyariyê dikirin.

DYA û Fransayê bi daxuyaniyên cuda fikarên xwe ji ber rageşiya navbera aliyên navborî de anîn zimên û banga çareseriyeke lezgîn kir.

Back to top button