HPG: Li herêmên Zap û Avaşîn 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Di çarçoveya pêngavên li dijî dagirkeriyê de gerîla başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk dide.
HPG’ê ragihand li herêmên Zap û Avaşînê di encama çalakiyên gerîla de 6 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
Li aliyê din HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a mêtinger xwezaya Kurdistanê talan dike û hişyarî da ku divê ti kes nebe hevparê vî sûcî.

Gerîlayên HPG’ê bi çalakiyên bi bandor bersivê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de gerîla derbên giran li artêşa dagirker dane û ev agahî parve kir,

“25’ê Gulanê di encama çalakiyên gerîla de li ser girê Mêzê yê herêma Avaşînê 3 dagirker, 26’ê Gulanê li Girê Şehîd Cegerxwîn yê qada Çiyayê Reş ya Herêma Zapê 2 dagirker û 28 Gulanê li Girê Şehîd Mervan dagirkerek hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir piştî çalakiyan artêşa Tirk bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji qadên navborî birin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî 28’ê Gulanê li dijî leşkerên dagirker yên ku dixwestin bikevin nava tunelên li ser Girê Zendûra yê herêma Metîna çalakî hat lidarxistin.

HPG’ê diyar kir li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk dewam dikin.

Hat diyar kirin 27 û 28’ê Gulanê herêmên Zap û Avaşînê bi helikopter û balafirên şer hatin bombebaran kirin.

HPG’ê da zanîn ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nebûye.

HPG’ê nasnameyên 5 şehîdên Avaşînê eşkere kir

Li aliyê din HPG’ê nasnameyên 5 gerîlayên ku 10 û 12’ê Gulanê de li herêma Avaşînê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ew ê bi şopandina rêya şehîdan armancên wan bi ser bixin.

HPG: Divê ti kes nebe hevparê sûcên dewleta Tirk yê talankirina xwezaya Kuridstanê

Her wiha HPG’ê destnîşan kir dewleta Tirk ya dagirker xwezaya Kurdistanê talan dike û hişyarî da.

HPG’ê di vê derbarê de wiha got,

“Dewleta Tirk ya mêtinger tevî tevgerên dagirkeriyê erdnîgariya Kurdistanê jî bombebaran dike, hem daristanan dişewitîne û hem jî daran jê dike. Bi taybetî di demên dawiyê de artêşa Tirk ya dagirker bi destê çete û kontrayan li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Xerzanê daran jê dike. Dewleta Tirk ya mêtinger bi vê yekê sûcekî mezin dike. Ev sûc wê bê bersiv nemîne û divê ti kes jî nebe hevparê vî sûcî.”

Back to top button