NY wê li ser sûcên şer yên navbera îsraîl û hemasê lêpirsînê bike

Hefteyek piştî ragihandina agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamasê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dest bi lêpirsîneke navneteweyî kiriye.

Piştî ku hefteya derbasbûyî di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest hate ragihandin, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dest bi lêpirsîneke navneteweyî kirine.

Hate ragihandin ku di lêpirsînê de wê li binpêkirina mafên mirovan ên li herdu aliyan bên lêpirsîn.

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet got,

“Êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê dibe ku tê wateya sûcê şer.

Ji ber ku bêyî cihêkarî bê kirin li sivîlan hate xistin.”

Bachelet bal kişand ser daxuyaniyên Îsraîlê ku digot hin tedbîr wergirtiye û ev tişt anî ziman:

“Di hin demên ku Îsraîl beriya êriş bike radigihand, êrişên hewayî li herêmên sivîlan hate kirin û di encamê de gelek sivîl mirin, gelek jî birîndar bûn. Êrişan her wiha cih û warê sivîlan hilweşand.”

Bachelet diyar kir ku roketên ji aliyê Hamasê ve hatine avêtin li qadên sivîlan û leşkeran hatiye avêtin û ev yek jî binpêkirina peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye.

Di encama dengdanê de ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, lêpirsîn divê ji aliyê komîsyoneke navneteweyî, timî û serbixwe ve bê meşandin.

Komîsyon wê di asta olî, etnîkî, radîkalî û neteweyî de lêkolînan bike.

Aliyên Filistînî ji biryara derketî kefyxweşin.

Li dijî biryarê deng ji Îsraîlê derket.

Netanyahu li dijî biryara NY bertek nîşan da: “cihê şermê ye”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ev biryar bi “cihê şermê” binav kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî xemgîniya xwe ya li ser biryara NY ya derbarê lêkolînkirina sûcên şer yên li herêmê de anî ziman.

Back to top button