Serokê DYA’yê Joe Biden bang li hêzên Eritre û Amharayê kir ku ji herêma Tigre ya Etiyopyayê vekişin.
Serokê DYA’yê Joe Biden bi daxuyaniyekê bang kir ku hêzên Eritre û Amharayê ji herêma Tigre ya Etiyopyayê vekişin û ji bo li herêmê birçîbûn nebe, piştgirî ji gihîştina alîkariya mirovî re bê kirin.
Biden got,
“Rêveberiya piralî ya herêma Tigreyê divê agirbestekê ragihîne û rêz ji agirbesta heyî re nîşan bidin.
Hêzên Eritre û Amhara jî divê ji herêmê vekişin.”
Biden bang li hêzên Etiyopya û Eritreyê kir ku ji bo gihandina alîkariya mirovî ya li dijî birçîbûnê bibin alîkar.
Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku ji sedî 91 ê mirovên li herêma Tigreyê yanî 6 milyon mirov pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye.
Li herêma Tigreyê ku bi hezaran kes hatin kuştin û nêzî 2 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn, hêzên Amhara û Eritreyê ji bo piştgiriyê bidin hêzên hikumeta Etiyopyayê li herêmê tevlî şer bûn.