Financial Times: JI S-400 HETA BI VENEZUELA NAKOKIYÊN HERDÛ WELATAN TIRKIYE Û EMERÎKA KÛR DIBIN

Nakokiyên di navbera Emerîka û Tirkiyê her diçin kûrtir dibin..
Di wextekê de ku, mijara S-400 hîna çaeser nebûye, li Venezuela jî nakokî derketin..
Emerîka hişyariyê dide Tirkiyê ku piştgiriya Maduro neke û Tirkiyê jî bi israr e..
Ji lewre tê gotin, wê Emerîka zextên Aborî li ser Tirkiyê zêde bike.

Xuya ye ji bilî peymana fuzeyên S-400 a di navbera Tirkiyê û Rûsya de, nakokiyên din ên Emerîka û Tirkiyê hene.

 

Rojnameya Financial Times a Brîtanî ragihand ku, tevî daxwazên Washingtonê ji bo rawestandina desteka Tirkiyê ji serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re, lê Tirkiyê di vê yekê de berdewam e..

Tevî ku Emerîka şerekî aborî bi desthildariya Maduro re dimeşîne, lê belê Tirkiyê di têkiliyên aborî de dewam dike..

Serokê AKP’ê Erdogan hîna jî destekê dide Maduro..

Bi taybet di çêkirina projeyên hevpar bi hikumeta Venezuelayê re ji bo dîtina zêran.

Nûnerê taybet ê Serokê Emerîka Elliott Abrams li Venezuela ji rojnamevanan re got,

“Washingtonê ji Enqereyê xwest wan projeyan bide rawestandin..

Eger zêr be yan jî tiştekî din ê bi nirx be, em ji hikumeta peywendîdar dixwazin wê bide rawestandin.”

Abrams ji rojnameya Financial Times re got:

“Tirkiye di cihê xwe yê taybet de hilweşiya, ne tenê li Venzuelayê lê li Amerîkaya Latîn bi giştî.”

Doh jî, Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawîş Oglu têkildarî fuzaeyên S-400 gotibû, ew niha dema wergirtina van fuzeyan bi Rûsya re nîqaş dikin û Emerîka di daxuyaniyên xwe de bi nakok e.

Ji xwe beriya niha jî, Emerîka hişyarî dabû Tirkiyê ku, eger van fuzeyan bikire, wê Emerîka têkiliyên xwe yên leşkerî pêre bibire û zexteke aborî lê bike.

Çavdêr dibînin ku, ev helwestên derdikevin hiştiye ku Tirkiyê di krîzeke aborî re derbas bibe û ev yek bandoreke mezin li ser hilbijartinên herêmî dike.

Erdogan jî ji bo vê binketinê binuxmîne, çi ji destên wî tê dike.

Îro jî, ji bo ku hêza xwe berî hilbijartina bi rojekê nîşan bide got, wê mijara Sûriyê ne li ser maseyê li meydanê çareser bike.

Çavkaniyên ji hindirê Tirkiyê dibêjin ku, AKP di nava tirseke mezin de ye ku hilbijartinana winda bike..

Bi taybetî ku, aliyên muxalif siyaseta Erdogan weke jêdera krîza aborî dibînin.

Leave a Reply

Back to top button