Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 kesên din bi Coronayê ketin, 3 jî mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 3 kes ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku jinek û 2 mêr ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Mustefa destnîşan kir jê16 mêr û 14 jin 30 kes jî bi Coronayê ketine, 6 kesên ku pêketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 17 hezar û 746’an, ji wan 723 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 792 kes jî baş bûne.

Back to top button